Dewleta Tirk êrişên xwe yên hewayî zêdetir kirine

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine, gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê, derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk êrişên xwe yên hewayî zêdetir kirine
16 adar, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha çalakiyên bersivdayînê yên şervanan aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî rûxandina rejîma berê li piraniya herêmên Sûriyeyê şer sekiniye, lê  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê germ in ku zêdetirî 3 meh e dewam dikin. Hêzên me tevî dijwariya êrişan jî parastinê herêmê didominin.

Eniya Bendava Tişrînê; balafirên şer duh (Şemiyê) rêzeêriş li derdora bendavê pêk anîn. Ji wan du êriş li avahiyên karkran ên girêdayî bendavê hatin kirin. Li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê jî êrişên bi obîsan nesekinin. Di encamê de zerarên madî li malên sivîlan bûn. Nuqteyeke hêzên me jî bi obîsan hat topbarankirin, di encamê de şervanekî me sivikî birîndar bû.

Dagirker û çeteyên wê hewl dan bi balafireke xwekujî êrişî nuqteyeke hêzên me ya li gundewarê bakurê bendavê bike, lê Yekîneyên Şehîd Harûn balafira xwekujî xist.

Eniya Qereqozaqê; balafirên şer ên dagirkeran gundên Xeseq û Tînayê bombebaran kirin. Balafireke bê mirov a bi çek jî nuqteyeke hêzên me kir hedef, ji ber dijwariya gazên teqîna wê du şervanên me sivkî bi jehrî bûn. Tevî êrişên hewayî jî  gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa yên derdora benavê û xaçerêya Sirînê, dîsan girên Sêvê û Qereqozaqê hatin topbarankirin. Deverên navborî bi zêdetirî 60 guleyên obîs, tank, roket û hawnan hatin hedefkirin. Ji ber topbaranê zerarên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.

Hêzên me ku bersiva êrişên dagirkeran û çeteyên wê dan, çalakî li dijî baregeh û kûzikên wan ên li rojavayê pirê li dar xistin. Agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin."

(bb)

ANHA