Bîlançoya teqîna li Laziqiyê giran dibe: 16 kuştî

Li gorî bîlançoya nû, hejmara kuştiyên teqîna duh a li bajarê Laziqiyê rû dabû, gihîşt 16.

Bîlançoya teqîna li Laziqiyê giran dibe: 16 kuştî
16 adar, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li taxa Remil ya başûrê bajarê Laziqiyê teqîneke mezin rû da. Çavkaniyan diyar kiribûn ku teqîn ji ber moşeka ku li hundirê depoyeke komkirina bermahiyan de pêk hatiye. Li gorî bîlançoya ku SOHR’ê duh parve kiribû, di encama teqînê de 5 kes hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne.

Çavkaniyan diyar kir ku hejmara kuştiyan bû 16 ku di nav de 5 jin û 5 zarok hene.

(bb)