KNK:  Divê Ji bo jenosîda Helebceyê xebat were kirin

Konseya Rêveberiya Kongreya Nîştîmaniya Kurdistanê KNK’ê hemû şehîdên Kîmyabarana Helebceyê birêzdarî bibîranî û got: “Erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûner û rayedarên Kurd yên li Bexdayê ye ku li gorî xala 132 ya destûra Iraqê ji bo wek jenosîd naskirina sûcê kîmyabarana Helebceyê û qerebûkirina gelê xwe bixebitin.”

KNK:  Divê Ji bo jenosîda Helebceyê xebat were kirin
16 adar, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveberiya Kongreya Nîştîmaniya Kurdistanê (KNK) bi boneya 37’emîn salvegera Kîmyabarana Helebceyê daxuyaniyekê nivîskî belav kir. 

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Di kesayeta şehîdên Helebce û Enfalê de, hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin.

Beriya 37 salan di 16’yê Adara 1998’an de rejîma Iraqê bi çekên kîmyawî komkujiyek li dijî xelkê bêguneh yê Helebceyê pêk anî. Di encamê de zêdetirî 5 hezar zarok, jin û extiyar hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn. Kîmyabarana Helebceyê yek ji rêze sucên rejîma Baas a Iraqê bû ku ji bo qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê pêk anî. Ji bo qirkirina Kurd û Kurdistanê bi kîmyabaran kirina navçeyên Behdînan, Balîsan, Şêx Wesanan û Qeredaxê dest bi pêvajoya Enfalê ya navdar kiribû.

Ji destpêka dema ku rejîma Baas li Iraqê bû desthilatdar, dest bi komkujî û belavkirina gelê Kurd kir. Piştre ket qetla Kurdên Feylî, bi hezaran kuştin û bi deh hezaran koçber kirin. Di destpêka salên 1980’yî de 8 hezar Barzanî girtin û qetil kirin. Di pêvajoya Enfalê û di nava 4 salan de zêdetirî 182 hezar mirovên bêguneh ji Germiyanê heta Behdînanê, kaş kirin çolên başûrê Iraqê, komkujî kirin û bi saxî binax kirin. Her wiha zêdetirî 4 hezar gundên Kurdan wêran kirin

Lê ya ku li Helebce kirin, mînaka herî mezin a sûcên sedsala 20’an bû. Di nava çend deqeyan de 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Lewma Helebce di bedena gelê Kurd de bû sembol û birîneke kûr.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê 37 saliya qurbaniyên jenosîda Helebceyê, nasnameya qirkirina Kurdan û hejandina wijdanê mirovahiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û em bejna xwe li ber qurbaniyan ditewînin û hêviya dermankirina birînên birîndaran dikin.

Mixabin piştî salên dirêj yên temenê hikûmeta Herêma Kurdistanê û derbasbûna 22 salan bi ser proseya azadkirin û guhertina rejîma Baas’ê re, heta niha jî birînên Helebce nehatine dermankirin. Herêm bi awayekî rêk û pêk nehatiye xizmetkirin û jêrxana aborî û hemû pêdawîstiyên bûyîna parêzgehekê nehatiye dabînkirin.

Gelê Kurd di sedsala derbasbûyî de rastî gelek qirkirinan hatiye, lê mixabin ev sûc di dadgehên navneteweyî de weke jenosîd nehatine naskirin. Bêguman ji bo vê armancê gelek xebat hatine kirin. Lê mixabin heta niha di çarçoveya mafên mirovan de mane û nebûne dozeke siyasî.

Ji ber vê yekê em wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûner û berpirsên Kurd yên li Bexdayê dibînin ku li gorî xala 132 ya destûra Iraqê ji bo wek jenosîd naskirina sûcê kîmyabarana Helebceyê û qerebûkirina gelê xwe bixebitin. Di heman demê de hemû daxwazên wan bi plan û bernameyan pêk bînin û avadanî, proje û geşbûnê bigihînin bajêr.

Niha hemwextê salvegera 37’an ya jenosîda Helebceyê, gelê me û herêm di nava guhertinan de derbas dibe ku derfet û metirsiyan bi xwe re tîne. Lewma ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekrêzî, stratejiya netewî û yekitiya netewî heye.

Trajediya Helebceyê di aliyê mirovahiyê de bû nasnameya komkujiya Kurdan. Em Helebceyê ti carî ji bîr nakin.

Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê carek din di şexsê şehîdên Helebce û Enfalê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”