Dewleta Tirk bombe li Binarê Qendîlê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Dewleta Tirk bombe li Binarê Qendîlê barandin
18 hezîran 2024   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker du caran daristana Berê Qepan a li gundê Endzê yê bajaroka Sengeser û Çiyayê Derbî yê li bajarokê Wertê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. 

Der barê ziyanên bombebaranê de agahiyên zelal bi dest neketin.