Li hezar û 150 malbatî qurban belav kirin
Bi boneya cejna Qurbanê Kongreya Îslama Demokratîk û Weqfa Al El Beyat qurban li hezar û 150 malbatî belav kirin.
Bi boneya cejna Qurbanê, Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Weqfa Al El Beyat qurban li kantonên Cizîrê, Reqa û Tebqayê belav kirin.
ÇILAXA
Komeleya Selam a girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya cejna Qurbanê li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê 25 qurban serjê kirin. Qurban bi alîkariya meclis û komînan li 300 malbatan hatin belavkirin.
REQA
Bi heman boneyê Kongreya Îslama Demokratîk û Desteya Kar û Barên Olî ya Reqayê û Weqfa Al El Beyat qurban li 400 malbatî belav kirin. Qurban li şêniyên gundên Kisra Efnan ê Reqayê hatin belavkirin.
TEBQA
Li kantona Tebqayê ji aliyê Kongreya Îslama Demokratîk ve qurbanên cejnê li 450 malbatî hatin belavkirin.
(bb)
ANHA