Dewleta Tirk bi 5 hezar û 184 êrişan bersiv da agirbestê

Dewleta Tirk a dagirker bi 5 hezar û 184 êrişên bejahî û hewayî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bersiv da agirbesta ku PKK’ê ragihandiye.

Dewleta Tirk bi 5 hezar û 184 êrişan bersiv da agirbestê
18 adar, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de, bi rêya şandeya DEM Partiyê banga dîrokî "Aştî û Civaka demokratîk" kir. Rêber Apo peyamek ji PKK’ê re şand û got: "Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike."

BERSIVDANA PKK’Ê

Di 1’ê Adara 2025’an de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku ew tev li banga Rêber Abdullah Ocalan dibin û di daxuyaniyekê de wiha got: "Ji bo banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk pêk were dê ji îro pê ve agirbestê îlan dikin."

PKK’ê diyar kir ku ger tu êrişên li dijî wê nebin, ew tu operasyonên çekdarî pêk nayne.

Di roja duyemîn (2’ê Adarê) de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya banga Rêber Apo de, biryara agirbestê ya partiya wan PKK’ê ji 1’ê Adarê ve, ji bo hemû hêzên wan derbasdar e.

TEVÎ AGIRBESTÊ ÊRIŞ DEWAM DIKIN

Tevî ku agirbest hatiye îlankirin, lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirine û heta niha 5 hezar û 184 êrişên bejahî û hewayî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, di navbera 1’ê Adarê heta 17’ê Adarê de, pêk anîne. HPG’ê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên di demên cuda de belge kirin û wiha ne:

Di navbera 1 û 3’yê Adarê de: hezar û 85 êrişên bi balafirên şer, çekên giran û çekên qedexekirî li dijî herêmên Garê, Xakûrkê li herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê hatin kirin.

Di navbera 4 û 6’ê Adarê de: 828 êriş li dijî herêmên Garê, Metîna, Xakûrkê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê pêk hatin.

Di navbera 6 û 8’ê Adarê de: 957 êriş li dijî herêmên Garê û Metîna li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Xakûrkê pêk hatin.

Di navbera 9 û 11’ê Adarê de: 695 êriş li dijî herêmên Metîna û Garê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Xakûrkê pêk hatin.

Di navbera 11 û 12’yê Adarê de: 715 êriş li dijî herêmên Xakûrk û Metîna li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Garê pêk hatin.

Di navbera 13 û 14’ê Adarê de: 383 êriş li dijî herêmên Xakûrk û Garê pêk hatin.

di navbera 15, 16 û 17’ê Adarê de: 521 êriş li herêmên Metîna li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Xakûrkê pêk hatin.

(fr)

ANHA