Jinên ji Dêrazorê: Divê hesabê komkujiyên li peravê bê dayîn

Jinên ji Dêrazorê komkujiyên li perava Sûriyeyê şermezar kirin û got ji bo sûcên bi vî rengî dubare nebin, divê berpirsên wê li dadgehên navneteweyî hesab bidin.

Jinên ji Dêrazorê: Divê hesabê komkujiyên li peravê bê dayîn
18 adar, 2025   07:05
DÊRAZOR

Jinên ji Dêrazorê der barê komkujiyên li herêmên perava Sûriyeyê yên li dijî elewiyan de ji ajansa me re axivîn. 

Endama Dîwana Meclisa Bajarokê Ebû Hesen ê kantona Dêrazorê Huda Salim anî ziman ku desthilata Şamê berpirsa komkujiyên li perava Sûriyeyê û qetilkirina bi sedan sivîl, zarok û jinan e.

Huda Salim komkujiyên ku li perava Sûriyeyê têne kirin wek "Berdewama salên dirêj ên zordestiya li ser sûriyeyan û berdewama siyasetên hovane yên ne li gorî nirxên mirovatihê" pênase kirin.

Hevseroka Meclisa Bajarokê Ebû El Hesen, Nesra El Esker jî got, divê desthilata Şamê bi rêya hedefkirina sivîlan na, lê bi rêbazên qanûnî van aloziyan çareser bike.

Nesra El Esker komkujiyên li dijî sûriyeyan şermezar kir û anî ziman ku berdewama wan tevna civakî ya Sûriyeyê dixe metirsiyê.

Nesra El Esker bang kir ku ji bo komkkujî dûbare nebin divê li dadgehên navneteweyî hesab ji berpirsên wê bê pirsîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin çareseriyeke hebe da ku Sûriyeke demokratîk, pirrengî ya nenavendî bê avakirin, ku mafên hemû pêkhate û kêmneteweyan biparêze û bi beşdariya tevahî gelan sazî ji nû ve bêne avakirin."

Berdevka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya gundewarê Dêrazorê Henaa El Dexîl îşaret pê kir ku berdewama siyaseta qetilkirin û komkujiyan piştrast dike ku li Sûriyeyê edalet nîn e. Her wiha got: "Rêvekirina li pêşiya hin komên çekdar ên girêdayî aliyên derve mîna dewleta Tirk ku rewşa leşkerî ya li Sûriyeyê xirab bikin, bû sedema belavbûna tundiyê. Ji bo rawestandina van binpêkirinan, tevgereke navneteweyî ya lezgîn lazim e."

Her sê jinan xwest der barê komkujiyên li perava Sûriyeyê de lêpirsîneke navneteweyî were vekirin û hesab ji berpirsên wan bê pirsîn. Her wiha xwestin sivîl bên parastin, koçberkirina bi zorê û tundiya plankirî ya li dijî wan bêne rawestandin. Jinan ji bo mîsogerkirina aştiyeke mayînde li Sûriyeyê jî xwestin çareseriyên siyasî û dîplomasî werin pêşxistin.

(bb)

ANHA