Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 400 leşker sewqî Başûrê Kurdistanê kirin

Hate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 400 leşker tevî kel û pelên leşkerî sewqî Başûrê Kurdistanê kirine.

Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 400 leşker sewqî Başûrê Kurdistanê kirin
5 kanûn, 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahî ji çend çavkaniyên taybet wergirtine, karwanekî nû yê leşkerî û kel û pelên şer a dewleta Tirk a dagirker, derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê bûye.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker di bin çavdêriya helîkopteran de bi karwanekî nû zêdetirî 400 leşker sewqî Başûrê Kurdistanê kirine.

Nayê zanîn ka ew hêz ji bo bicihkirina li şûna hêzên din in an jî bicihkirina li baregehên leşkerî yên nû ne ku di demên dawî de bi taybetî li derdora Amêdiyê çêkirine.