SOHR: Hema ji 3 aliyan ve hatiye dorpêçkirin

SOHRˈê diyar kir ku piştî şerekî giran çeteyên HTŞˈê ji 3 aliyan ve Hema dorpêç kiriye.

SOHR: Hema ji 3 aliyan ve hatiye dorpêçkirin
5 kanûn, 2024   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji 3 aliyan ve bajarê Hemayê dorpêç kiriye.

SOHRˈê diyar kir ku li derdora Hemayê pevçûnên dijwar bi navbera HTŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê de rû dan û Hema ji 3 aliyan ve hatiye dorpêçkirin, bi mesafeya 3-4 kîlometreyan nêzî bajar bi cih bûne.  

SOHRˈê berbanga îro diyar kiribû ku di şerê li Cebel Zên Elabidîn ê Hemayê de hêzên Şamê bi ser ketin.

 (bb)