Dewleta Îranê di mehekê de 108 girtî bi dar ve kirin

Di meha Hezîranê de 108 girtî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin bidarvekirin û 900 kes jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine destgîrkirin.

Dewleta Îranê di mehekê de 108 girtî bi dar ve kirin
5 tîrmeh, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Destgîrkiriyan a Kurd û Îranê bi daxuyaniyekê amarên binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên meha Hezîranê aşkera kirin.

Li gorî daxuyaniyê meha Hezîrana îsal li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 108 girtî hatine bidarvekirin, ji wan 3 jê jin, 11 Belûc, 7 Kurd û 6 kes jî ji Efganistanê ne.

Hate ragihandin ku 900 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine destgîrkirin.

Her wiha dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê li Rizgar Begzade Babamîr biriye ku di dema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin. Li Rizgar Begzade di 18’ê Nîsana 2013’an de, ji ber sedema tevlêbûna xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê ji bo qurbaniyên xwepêşandanan li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bê fermana dadgehê ji aliyê îdareya îslamî ya bajar ve hate destgîrkirin û birin Girtîgeha Urmiyeyê.