Rêkeftina Trump-Netanyahu û çekên Hizbullahê mijarên rojnameyên erebî ne

Çavdêr dibêjin di navbera Trump û Netanyahu de nîşanên rêkefinekê hene ku dê hevsengiyên li herêmê ji nû ve biguherîne. Hizbullah jî piştî şer, di bin zextên navxweyî û derve de, helwesta xwe ya leşkerî dinirxîne. Li gorî çavdêran, tevgereke dîplomatîk heye, dibe ku bibe sedema lihevhatinekê li herêmê.

Rêkeftina Trump-Netanyahu û çekên Hizbullahê mijarên rojnameyên erebî ne
5 tîrmeh, 2025   10:25
NAVEND ANÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê pêşketinên dosyaya Îsraîl-DYA’yê û Lubnan-Îsraîlê de nivîsîn.

Rojnameya Al Bayan ya Îmaratê diyar kir ku civîna di navbera serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Trump û serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu de hefteya bê li Washingtonê pêk were, dê bibe xaleke girîng ji bo gotûbêjkirina gelek dosyayan; dosyaya siberoja Xezayê, projeya tevlêkirina erdên li Şerîaya Rojava û têkiliyên tevlihev ên di navbera her du lîderan de ku li gorî rojnameyê her yek ji wan berjewendiyên xwe yên kesane di ser yên welatên xwe re dibîne.

Rojnameyê da zanîn ku berî civînê amadekariyên bêdeng didomin, ji ber ku Netanyahu şêwirmendê xwe yê payebilind û wezîrê kar û barên stratejîk Ron Dermer şandiye Washingtonê da ku amadekariyên rêkeftinê bike. Dreamer ku têkiliyên wî yên xurt bi AIPAC û siyasetmedarên li Kongreya DYA’yê re hene, amadekariyên ragihandina agirbesta 60 rojan a li Xezayê dike.

Rojnameya El Ereb a li Londonê destnîşan kir ku pêşketineke girîng di helwesta Hizbullahê de çêbûye ku nîşan dide Hizbullah piştî şerê wêranker ê bi Îsraîlê re nirxandineke navxweyî ya mezin dest pê kiriye. Li gorî wê Hizbullah difikire rola xwe ya leşkerî kêm bike, bêyî ku bi tevahî dest ji çekan berde, ev yek jî dikare aloziyên di navbera wê û dijberên wê yên li Lubnanê de zêde bike.

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyan diyar kir ku Hizbullah di wê baweriyê de ye ku cebilxaneya wê ku ji bo astengkirina Îsraîlê hatiye komkirin, bûye barekî giran, bi taybet piştî ziyanên mirovî û madî yên ku di şer de, zêdebûna zextên hundir û derve û guhertinên herêmî, wekî têkçûna hevalbendê wê Beşar El Esed û têkçûna piştgiriya Îranê.

Çavkanî dibêjin Hizbullahê dest bi radestkirina hin depoyên çekên xwe yên li başûr kiriye û difikire cihê hin cebilxaneyan biguherîne, bi şertê ku Îsraîl ji başûrê Lubnanê vekişe û êrişan rawestîne. Lê berpirsên Hizbullahê israr dikin ku ew ê bi tevahî dest ji çekan bernede, lê dê çekên sivik û mûşekên li dijî tankan bihêle.

(k)