Dewleta Îranê cezayê dervekirinê li kurdekî birî û yek din jî binçav kir

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ser welatiyekî Bakurê Kurdistanê de birî û Kurdek din ê xelkê Geylan binçav kir.

Dewleta Îranê cezayê dervekirinê li kurdekî birî û yek din jî binçav kir
19 îlon, 2024   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê bi ser welatiyek ji Bakurê Kurdistanê de sepand û Kurdekî xelkê Geylan binçav kir.

Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Dîwana Bilind a Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li ser girtiyê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Hatem Ozdemîr biriye. Ev yek di demekê de ye ku piştî cezayê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê ve li ser de hate sepandin, dosyeya Hatem Ozdemîr ji aliyê parêzerên wî ve hatibû îtîrazkirin û ji bo Dîwana Bilind a Dadgehê hatibû şandin.

Hatem Ozdemîr di 19’ê Tebaxa 2019’an de li navçeya sînor Çildêran, di encama topbarana artêşa pasdaran de birîndar bûbû û bi birîndarî ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatibû girtin. Piştî dermankirina birînên wî rêkiribûn girtîgehê û lêpirsîn li gel hatibû destpêkirin.

Piştre Dadgeha bajarê Xoy bi tometa ‘endambûna PKK’ê’ û ‘serhildana dijî dewletê’ cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Niha pêwîstiya Ozdemîr bi dermankirinê heye, lê astengî lê tê derxistin.

Her wiha medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku îro hêzên Îranê welatiyek Kurd ê xelkê Geylan ser bi bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê bi navê Hisên Fetahî (35) binçav kir.

Hisên Fetahî piştî vidiyoyek rexneyî li ser hesabê xwe yê Instagramê belav kir û tê de bal kişand ser rewşa bêkariyê û desteserkirina kana komirê ya Geylan ji aliyê komek taybet ve, hate binçavkirin. Hisên Fetahî li gel çalakiyên werzişî û hunerî, karê xêrxwaziyê û alîkariya feqîran dike.

Hêjayî gotinê ye ku li gor nûçeyên di medya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, du girtiyên siyasî yên bi navên Mehdî Hesenî (52) û Behroz Ihsanî Îslamlu (63) yên li girtîgeha Evînê tên ragirtin, ji aliyê Liqa 26 a dadgeha şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hatine birîn.