Akademiya Şehîd Deştî dewreya Şehîd Sorxwîn bi dawî kir

Akademiya Şehîd Deştî ya girêdayî FGBRSʹê dewreya Şehîd Sorxwîn bi şahiyeke bicoş bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Deştî dewreya Şehîd Sorxwîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Deştî dewreya Şehîd Sorxwîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Deştî dewreya Şehîd Sorxwîn bi dawî kir
19 îlon, 2024   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Şehîd Deştî ya di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) de 14’ê Tîrmehê bi beşdariya 21 gaziyên şer dewreya Şehîd Sorxwîn vekiribû. Îro bi şahiyekê dewre bi dawî bû.

Di dewreyê de bi zimanê Erebî perwerde li ser esasê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hat meşandin.

Di perwerdeyê de dersên Wateya Girîngiya Gazîbûnê, Dîroka Jin-Jineolojî, Rastiya Jin û Malbatê, Rejîma Heqîqetê, Hevaltî, Nirxên Maddî û Manewî, Girîngiya Perwerdeyê, Şerê Gel ê Şoreşgerî, Dîroka Rojhilata Navîn, Rexne-Xwerexnekirin, Neteweya Demokratîk û hwd. hatin dayîn.

Di dewreyê de her wiha tehlîlên şexsî jî hatin kirin. Gaziyên şer ên tev li dewreyê bûn, diyar kir ku di perwerdeyê de serwextbûneke mezin di wan de çêbûye û amade ne tiştên ji perwerdeyê wergirtine di pratîka xwe de bi pêş bixin.

Dewre bi şahiyeke bicoş bi dawî bû.