Li Refehê pevçûn: 4 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di pevçûnên li bajarê Refehê yê başûrê Xezayê de 4 leşkerên wê birîndar bûne.

Li Refehê pevçûn: 4 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn
3 kanûn, 2025   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Refehê yê başûrê Xezayê di navbera wê û çekdarên Filistînê re pevçûn derket. Artêşê daxuyand ku di pevçûnê de 7 leşkerên wê birîndar bûne.

 Li gorî daxuyaniya artêşê, dema ku hêzên Tugeya "Golanî" li rojhilatê bajarê Refetê çalakiya leşkerî dikirin bi hejmareke çekdarên Filistînê yên ji tunelan derketin re bi hev ket. Artêşê li ser mijarê ev agahî parve kirin "Şervanekî Tugeya Golanî bi giranî birîndar bû û 2 şervanên din ên heman tugeyê, şervanekî Koma Xeza 143 bi asteke navîn birîndar bûn. Her çar leşkerên birîndar veguhestin nexweşxaneyan."

(bb)