Desteya Parastinê: Komkujiya dewleta Tirk a li Kobanê sûcê şer e

Hevserokê Desteya Parastinê destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû xetên sor derbas kirine û banga rawestandina êriş û komkujiyên li dijî sivîlan kir.

Desteya Parastinê: Komkujiya dewleta Tirk a li Kobanê sûcê şer e
20 adar, 2025   02:35
REQA
ENES MIHEMED

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îsmet Şêx Hesen komkujiya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li Kobanê pêk hat, şermezar kir û ev yek wek sûcekî şer ê hovane û binpêkirina aşkera ya hiqûqa navneteweyî nirxand.

Îsmet Şêx Hesen têkildarî komkujiya li gundê Berxbotan a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat û di encamê de 10 kes ji heman malbatê şehîd bûn, axivî. Şêx Hesen diyar kir ku ev ne cara yekem e herêm rastî bombebaranê tê û destnîşan kir ku "êriş bizanebûn bû" û got: "Tirkiyeyê careke din hovîtiya xwe nîşan da.”

PAŞGUHKIRINA PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ

Şêx Hesen diyar kir ku ev tawan tevî rêkeftina agirbestê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de, hatiye kirin û tekez kir ku Enqere xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne û got: "Tirkiyeyê hemû xetên sor derbas kirine û divê desthilata Şamê berpirsyariya xwe ji bo parastina serweriya nîştimanî bigire ser milê xwe.”

BANGA JI BO CIVATA NAVNETEWEYÎ

Şêx Hesen bang li civaka navneteweyî û bi taybetî Konseya Ewlehiyê kir ku gavên cidî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk biavêje û hesabê tawanan jê pipirse û diyar kir ku berdewama bêdengiya navneteweyî dê êşên mirovî zêdetir bike. Her wiha diyar kir ku tiştê diqewime sûcê şer ê li dijî mirovahiyê ye û bêdengiya cîhanê jî dihêle dewleta Tirk komkujiyên zêdetir bike.

Şêx Hesen destnîşan kir ku bersiva QSD'ê ne tolhildan e, lê xweparastina li hemberî êrişên dubare û bêexlaqî ye.

‘TEVÎ BOMBEBARANA ROJANE JÎ BERXWEDAN BERDEWAM DIKE’

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Hesen bal kişand ser wê yekê ku QSD tevî şert û mercên dijwar bê deng namîne û got: "Em rojane rastî bombebaranan tên û sivîlên bêguneh ji dest didin, lê em ê bi hemû hêza xwe parastina gelê xwe bikin.”

(k)

ANHA