’Desthilata Şamê berpirsê qetilkirina dê û bavê min e’

Kurê Etiya Ehmed Osman û Hisên Hesen Osman ên ku li Şamê hatin qetilkirin got, desthilata Şamê berprisê qetilkirina dê û bavê wî ye. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku senaryoyên qetilkirina Kurdan li Şamê dûbare dibin.

’Desthilata Şamê berpirsê qetilkirina dê û bavê min e’
6 adar, 2025   11:43
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Jina bi navê Etiya Ehmed Osman (54) û hevjînê wê Hisên Hesen Osman (66) duh (Çarşem 5 Adarê) li Şamê hatin qetilkirin.

Malbata Osman ku bi mebesta kar ji 1981’an ve li gundê Xirbe Şayîb ê li se rêya Şam û Siwêdayê dimine

Hisên Osman dikanekî wê ya bazirganiyê li Şamê heye û di heman demê de gardiyanekî kargeheke sabûnê ye. Kurê Etiye û Hisên duh li ser hesabên xwe yên medyaya civakî qetilkirina bav û dayika xwe ragihand û diyar kir ku dê û bavî wê li mala xwe ya li Şamê ji aliyê kesên nenas ve hatine qetilkirin. Her wiha aşkera kir ku cenazeyên wan li Nexweşxaneya Miwasat a Şamê ne.

Kurê Etiye û Hisên, Xeyrî Hisên Osman der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. Xeyrî got: "Saet 16.45’an beriya fitarê min û birayê xwe agahiyek bi êş û giran  a qetilkirina bav û dayika min bihîst. 4 gule li serê wan hatibûn xistin."

Xeyrî Osman anî ziman ku ew ji sala 1981’an ve tevî malbata xwe li Şamê dima, lê destpêka 2011’an vegeriya Rojava, lê bira, dê û bavî wî li wir man.

Xeyrî got, desthilata Şamê berpirsê qetilkirina dê û bavê wî ye û got: "Li Şamê tevlihevî heye, ji ber vê tevliheviyê bav û dayika min hatin qetilkirin."

Xeyrî Osman bang li desthilata Şamê kir ku der barê qetilkirina dê û bavê wî de lêpirsînê bide destpêkirin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Mijar girêdayî dê û bavê min tenê nîn in, lê gelek malbatên Kurd li Şamê dijîn, em dibînin ku zilm li ser Kurdên li wir tê kirin. Beriya çend kêliyan hevalekî min li min geriya û sersaxî xwest. Ji min re got, senaryoyên bi vî rengî li Şamê dûbare dibin. Got, beriya çend rojan kesek ji bajarokê Til Marûf di rewşeke ne zelal de hat qetilkirin. Yanî Kurd li wir tên qetilkirin. Ma gelo Heyet Tehrîr El Şam li wir çi dike?."

Xeyrî Osman bi domdarî got "Agahiya qetilkirina dê û bavê min di meha Remezanê de gelekî bi êş e. Kesek naxwaze dê û bavê wî bi rengekî hovane ji bo pere an zêran werin qetilkirin. Ji ber diziya bûya, kesên ev kiriyar kirine karîbûn diziyê bikin, bêyî ku vî sûcê mezin bikin."

Xeyrî Osman bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li ber qetilkirinê bigirin û ewlehiyê li Sûriyeyê pêk bînin û got: "Hêvî dikim ku dengê me bighêje Yekitiya Ewropa û rêxistinên mafên mirovan. Divê desthilata Şamê ji bo aştiyê gavan biavêje. Jiyana mirovan li vê erdîngariyê ji her tiştî girîngtir e. Bêyî mirovahiyê em nikarin welat ava bikin. Bi mirovahiya xwe me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Niha em Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî bi hev re li vir dijîn. Em hêvî dikin ku ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelemperiya Sûriyeyê pêk were."

(bb)

ANHA