Rêveberiya Xweser 8’ê Adarê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Şemiyê 8'ê Adarê kir betlaneya fermî.

Rêveberiya Xweser 8’ê Adarê kir betlane
6 adar, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê biryarnameyek ragihand.

Di biryarnameyê de wiha hat gotin: "Ji bilî saziyên ku pêdiviya wan bi karê rojane heye, tevahî daîre û saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Şemiyê 8’ê Adarê dikin betlane."

(bb)