Desteya Tenduristiyê ji bo pêşxistina qada tenduristiyê plansaziye nû çêkir

Di plansaziya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de girîngî ji bo sivikkirina barê lêçûna dermankirinê ji bo şêniyan û pêşxistina xebata derçûyiyên fakulteyên tıbê hat dayîn.

Desteya Tenduristiyê ji bo pêşxistina qada tenduristiyê plansaziye nû çêkir
Desteya Tenduristiyê ji bo pêşxistina qada tenduristiyê plansaziye nû çêkir
6 tebax 2024   06:40
REQA
ENES MIHEMED

Di budcçya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 2024'an de (389 milyon dolar) girîngî ji bo projeyên xizmetguzarî û tenduristî hat dayîn.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide qada tenduristiyê ya herêmê bi pêş bixe, navend û taqîgehên nû veke. Ji ber kêmasiya van derfetan welatî neçar dibin berê xwe bidin bajarên din ên Sûriyeyê.

Der barê plansaziya desteyê de hevserokê Desteya Tenduristiyê Mihemed Nûr El Şebab diyar kir ku ji bo pêşxistina qada tenduristiyê ya herêmê kedeke mezin tê dayîn.

Şebab diyar kir ku makanîzmaya danîna plansaziyan dê li gorî agahiyên komkirî be. Ew agahî jî dê ji aliyê Nivîsgeha Navendî ya Serjimariyê ve werin komkirin û analîzkirin.

AMADEKIRINA TAQÎGEHÊN DERMAN Û NEXWEŞIYAN

El Şebab wiha domand: "Ji bo vekirina taqîgeheke navendî ya dermanan xebat tê meşandin. Di taqîgehê de dê derman werin taqîkirin û ev jî ji bo ewlehiya dermanan e. Taqîgeh li Hesekê ye û piraniya binesaziya wê amade ye, tenê amûr mane û em ê wan ji derve bînin.”

Desteya Tenduristiyê hewl dide li Qamişloyê jî taqîgehekê veke da ku barê şêniyan ê çûyîna bajarên din sivik bike.

Ji bo wergirtina amûrên bijîşkî ji derve, hin tedbîr tên girtin û ev taqîgeh di nav budçeya 2024'an de ye.

20 BIJÎŞK DÊ WERIN PERWERDEKIRIN

El Şebab wiha lê zêde kir: "Yek ji xebatên desteyê amadekirina cihekî akademîk ê guncaw ji bo xwendekarên derçûyî yên Zanîngeha Rojava ye. Pêşî nêzî 20 bijîşk ê di nexweşxaneyên fermî de perwerde bibin."

El Şebab diyar kir ku ew xwendekar dê werin şopandin û xwendekarên salên 5 û 6'an jî dê werin perwerdekirin.

Ev perwerde dê ji aliyê Desteya Tenduristiyê û Hemahengiya Zanîngehan ve werin birêvebirin.

El Şebab diyar kir ku di encama vê pêvajoyê de asta xwendekaran bi pêş dikeve. Her wiha xwendekarên peymangehên tenduristiyê yên girêdayî desteyê jî dê li nexweşxaneyan werin perwerdekirin.

VEGERA LI LÎSTEYÊN HUNDIRÎN

El Şebab da zanîn ku di plansaziya wan a 2024'an de vegera li qanûn û yasayên terxîsan ên nexweşxaneyên taybet, navendên berçavkan, navendên ciwankariyê û taqîgehên bijîşkî heye. Ji bo vekirina van navendan û mekanîzmaya xebata wan şert û merc dê werin amadekirin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 24 nexweşxaneyên giştî û 133 navendên tenduristiyê hene.

(mh)