Li Efrînê 21 milyon dar hatine birîn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku Efrîn dagir kiriye, 500 hezar darên zeytûnan û zêdetirî 21 milyon darên din birîne.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 18`ê Adara 2018`an Efrîn dagir kir. Di encamê de bi hezaran şêniyên wê ji warên xwe koçber bûn û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin.
Şêniyên ji bajêr derneketine, di şert û mercên dijwar de dijîn û rûbirûyî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dimînin.
Li bajarê dagirkirî sûcên dizî, talan, kuştin û qetilkirinê gelik in û gendelî û revandin berbelav e. Dagirker ne tenê mirovan, tehdeyê li xwezayê jî dikin.
Çeteyan agir bi sedan darên zeytûnan û daristanên li bajêr xist. Herî dawî ji ber wan şewatan, 2 hezar û 550 dar li gundê Bilîlko yê bajarê Reco yê Efrînê şewitîn.
(şx)
ANHA