Desteya Şêwirmendiyê banga avakirina rêveberiyeke hevbeş a piralî kir

Berdevkê Desteya Şêwirmendiyê ya şêniyên kantonên Reqa û Tebqayê ya ji bo piştgiriya Komîteya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Nûr El Dîb diyar kir ku deste pabendî çareseriyeke aştiyane bo krîza Sûriyeyê ye û daxwaza rêveberiyeke hevbeş a piralî dike ku dawî li desthilatdariya yekalî bîne.

Desteya Şêwirmendiyê banga avakirina rêveberiyeke hevbeş a piralî kir
28 kanûn, 2025   05:50
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Desteya Şêwirmendiyê ya şêniyên kantonên Reqa û Tebqayê ya ji bo piştgiriya Komîteya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya Sûriyeyê û peymana 10’ê Adarê, roja 25`Kanûnê li kantona Tebqay civînek li dar xist.

Berdevkê desteyê Mihemed Nûr El Dîb ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev deste nêzîkî salek berê, piştî guhertinên ku li Sûriyeyê qewimîn, hatiye damezirandin. El Dîb diyar kir ku deste wek "saziyeke siyasî û civakî" hatiye damezirandin da ku nêrîn û daxwazên gelê Reqa û Tebqayê bîne ziman.

El Dîb da zanîn ku desteyê prensîbên bingehîn ji bo xebata xwe danîne; pêşî pejirandina çareseriyeke aştiyane bi rêya dan û standinan û redkirina çareseriyên leşkerî li Sûriyeyê.

El Dîb diyar kir ku şêx û serokên eşîran ên civakên cihêreng ên herêmê rijandina xwînê li Sûriyeyê qebûl nakin û piştgiriyê didin peymana 10`ê Adarê. El Dîb got: “Deste banga hikumeteke piralî û hevbeş dike ku dawî li desthilatdariya yekkesî û yekpartî bîne. Em amade ne ku piştgiriyê bidin her hewldaneke ji bo serkeftina peymana 10`ê Adarê."

Mihemed Nûr El Dîb di dawiya axftina xwe de bal kişand ser girîngiya  dûrketina ji vebijêrka leşkerî. Her xwest aqilmend û serokên eşîran ên li hundirê Sûriyeyê bi ev re bixebitin ji bo rawestandina xwînrijandinê. El Dîb hêviya xwe ji bo gihaştina çareseriyeke aştiyane ya berfireh anî ziman ku dawî li êşa gelê Sûriyeyê bîne.

(k)

ANHA