Senherîb Bersûm: Rewşa Sûriyeyê ne li gorî armancên şoreşê ye

Senherîb Bersûm diyar kir ku tiştên di sala piştî hilweşîna rejîma Baasê de li Sûriyeyê qewimîne armancên şoreşê bi dest nexistin û got nebûna beşdarbûnê û yekdestdariya desthilatê bûye sedema krîzên navxweyî û binpêkirinên mezin li dijî civakên cuda.

Senherîb Bersûm: Rewşa Sûriyeyê ne li gorî armancên şoreşê ye
28 kanûn, 2025   02:35
QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm, rewşa Sûriyeyê ya salek piştî hilweşîna rejîma Baasê nirxand û diyar kir ku qonaxa heyî, hêzên gelên Sûriyeyê ji bo avakirina dewleteke demokratîk û piralî pêk neaniye.

Bersûm got hikumeta niha di çareserkirina rewşa navxweyî ya Sûriyeyê de têk çûye, û li welêt êrişên li dijî Xiristiyanan, sûc û binpêkirinên giran, bi taybetî li herêma peravê û Siwêdayê, pêk htine.

Bersûm rewşa giştî ya hundirê Sûriyeyê wekî nebaş bi nav kir û da zanîn ku hikumet giraniyê dide ser têkiliyên derve û rakirina cezayan, li ser hesabê aramiya navxweyî.

Bersûm da zanîn ku armancên şoreşa Sûriyeyê yên bidawîanîna zordariyê û avakirina dewletek nenavendî û demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên wê misoger dike, hîn nehatine bidestxistin. Her wiha destnîşan kir ku biryarên girîng, wekî avakirina hikumetê û nivîsandina Danezana Destûrî, bêyî lihevkirinek neteweyî an hevkariyek rastîn, hatine girtin.

Der barê komkujî û binpêkirinên dawîn de, Bersûm destnîşan kir ku zîhniyeta dûrxistin û yekdestkirina desthilatdariyê dibe sedema dubarebûna karesatan, weke çawa  di serdemên berê de qewimî. Bersûm diyar kir ku çareserî bi naskirina hemû pêkhateyan wekî hevkarên rastîn ên avakirina Sûriyeyê, pêkan e.

Li ser mijara dan û standinên bi Şamê re, Bersûm destnîşan kir ku ti pêşveçûnek berbiçav tune ye, ji bilî agirbestên ku her tim têne binpêkirin. Bersûm hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û destwerdanên derve, bi taybetî yên Tirkiyê, ji ber astengkirina her lihevhatinekê berpirsyar dît.

Bersûm da zanîn ku projeya rêveberiya xweser di avakirina demokrasî, pirrengî û jiyana hevbeş de serkeftî ye û bûye sedema aramiyê û têkbirina DAIŞ`ê. Bersûm got ev model ji bo tevahiya Sûriyeyê derbasdar e. Bersûm diyar kir ku divê siberoja Sûriyeyê bi îradeya gelê xwe bi beşdariya rastîn, bê cudahî û destwerdana derve were avakirin û bibe sedema avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk ku hemû pêkhateyan dihewîne.

(k)

ANHA