Rewşenbîr: Jiholêrakirina ramanên tundraw girêdayî tunekirina sedemên wê ye

Rewşenbîrên kantona Tebqayê diyar kirin ku jiholêrakirina ramanên tundraw, ku ji civaka Sûriyeyê re xerîb e, bi jiholêrakirina sedemên wê ve girêdayî ye, di serî de nezanî û zimanê nefretê. Rewşenbîran bal kişandin ser rola civaka sivîl li hember ramanên tundraw.

Rewşenbîr: Jiholêrakirina ramanên tundraw girêdayî tunekirina sedemên wê ye
28 kanûn, 2025   03:45
TEBQA

Rewşenbîrên kantona Tebqayê li ser belavbûna ramanên tundraw di nava civaka Sûriyeyê de û awayên jiholêrakirina wan axivîn.

Endama Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Tebqayê Erîc El Mihemed sedemên belavbûna îdeolojiya tundraw li Sûriyeyê rave kir û bi bîr xist ku di dema şer de gelek saziyên perwerdeyê an hatine girtin an jî qismî hatine hilweşandin, di nav de zanîngehên Hums, Heleb û Dêrazorê. Her wiha ji ber bombebaranê yan jî tirsa dê û bavan ji şandina zarokên xwe bo dibistanê di şert û mercên şer de, bi hezaran dibistan hatin girtin.

Erîcê diyar kir ku nakokiyên ku ji hêla rejîma berê ve hatine çandin, piştî hilweşîna rejîmê bû sedema bêaramiyê, ji ber ku zimanê mezhebî û nefretê li ser platformên medyaya dîjîtal belav bûn û bû sedema kiryar û sûcên mîna revandin û kuştinên li ser bingeha nasnameya mezhebî.

Erîc E Mihemed hişyarî da ku heke rewşa welat bi vî rengî berdewam bike, ew ê ber bi hilweşînê ve biçe û da zanîn ku berpirsiyarî niha dikeve ser milê gelê Sûriyeyê, her wiha dikeve ser rêxistinên civaka sivîl, ku rola xwe bo yekkirina civaka Sûriyeyê, kêmkirina nefretê û bilindkirina hişmendiyê, pêk bînin û li dijî îdeolojiyên tundraw û mezhebperest tê bikoşin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantonê Mîlad Faris bal kişand ser çavkaniya ramana tundraw li Sûriyeyê û destnîşan kir ku di 15 salên krîza Sûriyeyê de, tevger û partiyên tundraw ên ku ji derve têne piştgirîkirin derketin holê. Ew tevger ramanên pir tundraw dipejirînin.

Faris diyar kir ku zimaê mezhebî û nefretê yên ku niha li ser medyaya dîjîtal û di hin dezgehên medyayê de tên bikranîn, dibe sedema çandina tundrawiyê.

Mîlad Faris diyar kir ku nebûna lêpirsîna ji bo zimanê mezhebî û belavkerên wê, îdeolojiya tundraw xurt dike û nakokiyên mezhebî pêş dixe, ev yek jî bandoreke neyînî li civaka Sûriyeyê dike û nefretê di navbera mezheban û olan de çêdike.

Hevseroka yekitiyê Rena El Seyid diyar kir ku hewce ye ku hemû beşên civaka sivîl destwerdanê bikin, çi rewşenbîr, çalakvanên mafên mirovan, psîkolog, pisporên medyayê û perwerdekar.

Renayê diyar kir ku ev kom dikarin di nav civakê de bixebitin da ku zimanek alternatîf li ser bingeha diyalog, hişyarî, piştgiriya psîkolojîk û parastina ciwanan ji ramanên tundrawiyê pêşkêş bikin.

Rena El Seyid destnîşan kir ku berpirsyariya ji nû ve avakirina civakê piştî şer, dikeve ser milê civaka sivîl li seranserê Sûriyeyê, ji bo avakirina civakeke bêtundrawî.

(k)

ANHA