Desteya Perwerdeyê û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê civînek li dar xist

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ragihand ku ew li gel Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê der barê ezmûnên xwendekarên asta amadehî û navîn de gihaştine hin encaman.

Desteya Perwerdeyê û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê civînek li dar xist
26 adar, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê der barê hevdîtinên li gel Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê û ezmûnên xwendekarên asta amadehî û navîn de daxuyanî da.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ev agahî hatin dayîn:

“Piştî zêdetirî 10 salan ji êş û azarên gelê Sûriyeyê ji zilm û bêdadiyê, têkoşîna ji bo rûxandina rejîma dîktator a Beşar Esed di 8’ê Çileya sala borî de bi encam bû. Ev bû xaleke girîng û derfeteke dîrokî ji gelê Sûriyeyê re ji bo vegerandina bextewariya welatê me Sûriyeyê ku ev demeke dirêj e me ew winda kiribû.

Ji ber bawerî û dilgiraniya me ji bo siberoja xwendekarên me û ne qurbanîdana hewlên wan di heyama sala xwendinê de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê destpêşxeriyek ji bo cîbicîkirina erka xwe li hember xwendekarên me yên hêja proseya xwendinê li dibistanan tevî dibistanên li ser bi rejîma berê berdewam kir û erkên xwe bi cih anîn û têkilî bi UNICEF’ê re kir, ji bo gotûbêjkirina bi Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta pêvajoya derbasbûnê têkildarî proseya ezmûnên amadehî û navîn.

Civîn di bin çavdêriya UNICEF’ê de pêk hat, ji bo pêkanîna pêvajoya ezmûnan li seranserê welatê me Sûriyeyê, pêwîstî bi hevkariyeke hevbeş hat encamdan. Li ser vê yekê, li hev kirin ku civînên demkî û civîneke hevbeş di navbera teknîsyenên her du aliyan de werin lidarxistin, da ku bigihêjin nêrîneke hevbeş û zehmetiyên ku xwendekar dibînin wekî dirêjkirina dema tomarkirinê, diyarkirina navendên wê û serlêdana ezmûnan li deverên ku lê dijîn derbas bikin.

Li gorî tiştên ku hatin gotin, em hêvîdar in ku xwendekarên me yên hêja yên kantonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk (Tebqa, Reqa, Firat, Dêrazor û Cizîr) bi awayekî baş xwe ji ezmûnan re amade bikin. Hemû agahiyên nû yên der barê pêvajoya ezmûnan de dê li ser malpera Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin ragihandin.”