Li Hesekê şahiya îmzekirina pirtûka 'Zimanê Kurdî'

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şahiyeke îmzekirina pirtûka 'Zimanê Kurdî' li dar xist.

26 adar, 2025   15:14
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şahiyeke îmzekirina pirtûka bi navê 'Zimanê Kurdî' a ku ji aliyê nivîskar Deham Ebdulfettah ve hatiye nivîsandin, li dar xist.

Şahî li Parka Xwendinê ya Hesekê hat lidarxistin û gelek nivîskar, rewşenbîr, hunermed, siyasetmedar û şênî tev lê bûn.

Di şahiyê de endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ezhez Ehmed axivî. Ezhez Ehmed da zanîn ku bi taybetî lidarxistina şahiya îmzekirina pirtûkê di Hefteya Qehremaniyê de, xebatên wêjeya kurdî bêhtir watedar dike.

Nivîskar Deham Ebdulfettah qala çîroka nivîsandina pirtûka xwe kir û da zanîn ku pirtûka ku beriya 27 salan ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû desteserkirin, piştî hilweşîna wê derfeta çapkirinê dîtiye.

Di dawiya şahiyê de pirtûk ji aliye Deham Ebdulfettah ve hate îmzekirin û li xwîneran hat belavkirin. Her wiha Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê rêzgirnameyek pêşkêşî Deham Ebulfettah kir.

Nivîskar û zimanzan Deham Ebdulfettah, di sala 1942'yan de li gundê Billê yê Amûdê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li dibistanên Amûdê û Hesekê qedandiye. Derçûyê Zanîngeha Helebê, Beşa Ziman û Wêjeya Erebî ye. Nêzî 25 salan wek mamosteyê ziman û wêjeya erebî kar kiriye. Dûre destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe daye kar û barên zimanê Kurdî. Di destpêkê de helbest û gotarên xwe bi zimanê erebî nivîsandine û di rojname û kovarên erebî de belav kirine. Nêzî 10 salan bi xwendin, danehev û liberhevxistina ziman û rêzimana kurdî daket. Di sala 1988'an de dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e. Li gel xebatên ku wek pirtûk hatine weşandin, li welat û bajarên cuda, li gelek bajarên Kurdistanê, Ewropa, Amerîka û Kanadayê beşdarî konferansên li ser zimanê kurdî bûye. Di komxebatên li ser zimanê kurdî de xebitiye.

ANHA

(bm)