Desteya Hundirîn a Reqayê qedexeya qismî ragihand

Desteya Hundirîn a kantona Reqayê ji bo ku rê li ber tevgerên biguman bigire û şêniyan biparêze, qedexeya qismî li kantonê ragihand ku îro piştî nîvê şevê destpê dike.

Desteya Hundirîn a Reqayê qedexeya qismî ragihand
24 tebax, 2025   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a kantona Reqayê di çarçoveya plana xwe ya ji bo xurtkirina ewlehiyê li herêmê de, qedexeya qismî ragihand ku ji saet 12:00`an vê şevê heta saet 5:00`an sibehê ye.

Desteyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku biryar di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de hatiye gitin, serê pêşîn ji bo rê li ber tevgerên bi guman bigire û şêniyan biparêze. Her wiha piştrast kir ku dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê li ser pêkanîna biryarê bisekine.

(şx)

ANHA