Esed: Her însiyatîfa were destpêkirin divê rêz ji serweriya dewletê re were giritn

Esed di hevdîtina xwe de bi nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê re got vegerandina têkiliyên hikumeta wî bi Enqereyê re divê bi serweriya dewleta Sûriyeyê re were girêdan û li dijî tevahî şêweyên terorê û rêxistinên wê were sekinandin.

Esed: Her însiyatîfa were destpêkirin divê rêz ji serweriya dewletê re were giritn
26 hezîran, 2024   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşdar Esed bi nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Alexander Lavrentiev re civiya û got hikumeta wî ji bo tevahî însiyatîfên girêdayî têkiliyên di navbera hikumeta wî û Enqereyê de li gorî rêzgirtina serweriya dewleta Sûriyeyê û sekinandina li dijî tevahî şêweyên terorê û rêxistinên wê vekiriye.

Esed destnîşan kir ku hikumeta wî her tim bi awayekî erênî dan û standin kiriye û serketina her însiyatîfekê girêdayî rêzgirtina serweriya dewletê û îstîqrara wê ye.

Lavrentiev jî anî ziman ku welatî wî her însiyatîfên xwedî têkiliyên di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de destekê dide û rewşên niha ji her demê zêdetir guncaw in ku têkilî bi ser bikevin û vegerin.

(fr)