'Deriyê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin'

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet dane ajansa me, deriyê Nisêbînê yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê wê vê hefteyê vebe.

'Deriyê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin'
19 nîsan, 2026   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji ajansa me re ragihandin ku di çarçoveya bicihanîna peyama 29'ê Çileyê de, deriyê Nisêbînê yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dê vê hefteyê were vekirin.

Deriyê Nisêbînê, di salên dawîn de gelek caran dihat girtin. Di sala 2016'an de desthilata Tirk derî bi temamî girt.

(bb)

ANHA