Ji sê welatan bang ji bo kirîza Kubayê

Spanya, Meksîka û Brezîlya têkildarî krîza mirovî, ji bo Kubayê banga “diyaloga samîmî û bi hurmet” kirin.

Ji sê welatan bang ji bo kirîza Kubayê
19 nîsan, 2026   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Spanya, Meksîka û Brezîlya têkildarî krîza mirovî ya li Kubayê, daxuyaniyek hevpar dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi berpirsyar tevbigerin.

Her sê welatan diyar kir ku ew ji ber krîza mirovî ya li Kubayê bi fikar in û xwestin ku tedbîrên ji bo sivikkirina şert û mercên jiyana gel, demildest bikevin meriyetê.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Meksîkayê de her çendî ku rasterast navê DYA’yê nehatibe behskirin jî, hate destnîşankirin ku polîtîkayên zexta li ser giravê, krîzê hîn girantir dikin.

Her sê welatan bang kir ku bi Kubayê re “diyalogeke samîmî, bi hurmet û li gorî hiqûqa navneteweyî” were kirin.