Cil û bergên Newrozê bazaran zêde bûne

Bi nêzîkbûna Newrozê re li nava bazaran tevgera ji bo kirîna cil û bergên kurdî zêde bûye. Herî zêde cil û bergên gerîlayan tên kirîn.

Cil û bergên Newrozê bazaran zêde bûne
Cil û bergên Newrozê bazaran zêde bûne
Cil û bergên Newrozê bazaran zêde bûne
18 adar, 2026   05:50
HESEKÊ
CAN ELÊWÎ

Li bazarên Dirbêsiyê bi nêzîkbûna Newrozê re tevgera ji bo kirîna cil û bergên kurdî zêde bûye.

Li gorî şêniyan ku bi rihekî neteweyî hazirtiya xwe dikin, ev amadekarî li Rojava ji bo pêşwaziya Newroza îsal tê kirin, Kurd her sal bi pîrozkirina vê cejnê nasnameya xwe û çanda xwe zindî dikin.

Dirûnker Ebdulbasit Şêxmûs bi vê boneyê diyar kir ku hemû bazirgan û dirûnker cureyên qumaşên ji bo jin û mêran pêşkêş dikin, lê zêde daxwaz li ser cilên kurdî yên kevn heye ku heta ji bo hin kesên li Ewropayê têne şandin.

Şêxmûs di 12 saliya xwe de li ber destê bavê xwe fêrî pîşeya dirûtinê bûye û gelek cureyên cilên jin û mêran didirû. Şêxmûs diyar kir ku îsal daxwazeke zêde heye. Li gorî Şêxmûs ev daxwaza zêde ya ji bo cil û bergên kurdî nîşan dide ku şênî dixwazin nasnameya kurdî biparêzin.

(ac)

ANHA