Dêra El Seyde ya Til Temirê hat talankirin, zengilê wê hat dizîn

Dêra El Seyide li gundê Tel Nasrî, başûrê Til Temirê, rastî xirakirin û dizîyê hat. Zengila dêrê hat dizîn û darên di nav hew]a wê de hatin birîn.

Dêra El Seyde ya Til Temirê hat talankirin, zengilê wê hat dizîn
29 gulan, 2026   15:54
HESEKÊ

Duh Pêncşemê Dêra El Seyide li gundê Tel Nasrî, başûrê Til Temirê, rastî xirakirin û dizîyê hat. Zengila dêrê hat dizîn û darên di nav hewşa wê de hatin birîn. Bûyerê di nav xelkên herêmê de bûye sedema hêrseke berfireh.

Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku ji bo eşkerekirina bûyerê lêpirsînek bilez bidin destpêkirin û kesên têkildar werin darizandin