Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû

Li gor biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, proseya dengdana giştî ya hilbijartinên dema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê di saet 18:00’an de bi dawî bû. Li gor agahiyên destpêkê rêjeya beşdariya dengdanê ji sedan 65’e.

Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
20 cotmeh, 2024   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saet 07:00’an de proseya dengdana giştî proseya dengdana giştî ya hilbijartinên dema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê li çar bazinên hilbijartinê yên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce dest pê kir. Li gor biryara komîsyonê proseya dengdanê di saet 18:00’an de bi dawî bû.

Komisyona hilbijartinê 1266 navendên dengdanê amade kiribûn ku ji vane; ji bo Hewlêrê 498 navendên dengdanê, ji bo Silêmaniyê 477 navendên dengdanê, ji bo Dihokê 264 navendên dengdanê û ji bo Helebce jî 27 navendên dengdanê hatibûn amadekirin.

Ji bo dema hilbijartinên dema şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê milyonek û 15 hezar û 888 kesan kartên xwe yên biyometrî çêkirine û li gel van jî dengderên dengdana taybet nehatine hejmartin. Ji bilî yên kartên biyometri çêkirine 925 hezar kesên din mafê dengdanê heye.

Kesên ku mafê wan yê dengdanê heyî; 521 hezar û 372 dengdêrên zilam û 494 hezar û 216 jin in. Li gorî agahiyan di dengdana giştî û dengdana taybet de, rêjeya beşdarbûna hilbijartinê li her çar bazneyên Herêma Kurdistanê nêzîkî ji sedan 65 bû.

Îro li seranserên Herêma Kurdistanê dengdana giştî ya ji bo hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê hebû.

Di dengdanê de hejmarek dengdêr ji ber ku amêra dengdanê şopa tiliyên wan nexwend, nekarîn deng bidin. Li ser vê yekê Komîsyona Hilbijartinê biryar da ku li her navendek ya dengdanê ji sedan 5’ê xelkê dikarin bi rêya ‘derbazbûnê’ dengê xwe bikarbînin, tenê ji bo kesên şopa tiliyên wan nayê xwendin.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku piştî saet 18:00’an de sindoq hatin girtin, dê hewl bidin ku beriya 24 saetan encamê ragihînin. Her wiha li ser dengdana taybet jî da zanîn ku ti pirsgirêkek wisa derneket ku bendikên sor li ser sindoqan deynin.