165 şervanên Hêzên Xweparastinê li eniyên şer hatin bicihkirin

Piştî ku perwerdeyên leşkerî û fikrî bi dawî kirin, 165 şervanên Hêzên Xweparastinê li eniyên şer ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bicihkirin.

20 cotmeh, 2024   19:13
TEBQA

Akademiya şehîd Cemal Kobanê ya bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê merasîma bidawîbûna dewreyeke nû ya Hêzên Xweparastinê ya bi navê şehîd Mustefa Kenco li dar xist.

Di dewreyê de 165 şervanên ji 7 kantonên herêmê beşdar bûn. Şervanan di 60 rojên perwerdeyê de dersên leşkerî, fikrî û siyasî girtin.

Di destpêka merasîmê de şervanan turaneke leşkerî pêşkêş kir.

 Piştre fermandarê Hêzên Xweparastinê û akademiyên wê li kantona Firatê Feysel Qolo bidawîbûna dewreyê pîroz kir û ji şervanan re wiha got: "Erkê we ew ku hûn vê xakê ji êrişan biparêzin û destkeftiyên ku şêniyên herêmê bi dest xistine biparêzin. Her wiha planên têkbirina îradeya gelan jî têk bibin."

 Piştre şervanan soza parastina xaka Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

Li dawiyê şervan li gorî pêdiviya eniyan û cihên bicihbûna Hêzên Xweparastinê, li eniyên seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bicihkirin.

(mh)

ANHA