Îsraîlê 3 leşkerên Lubnanê kuştin

Artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişeke Îsraîlê de 3 leşkerên Lubnanê hatine kuştin. Her wiha Îsraîlê li dijî gelek deverên Lubnanê êrişên hewayî yên nû pêk anîn. Hizbullah da zanîn ku wê moşek li gelek baregehên leşkerî yên Îsraîlê barandin.

Îsraîlê 3 leşkerên Lubnanê kuştin
20 cotmeh, 2024   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê li dijî bi dehan bajarokên sînor ên başûrê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîn.

Her wiha artêşa Îsraîlê erebeyeke barhilgir a artêşa Lubnanê li ser rêya Eyn Îbil a qezaya Bint Jibêl hedef girt. Di encamê de 3 leşkerên artêşa Lubnanê hatin kuştin.

Bi vî awayî ji 23'yê Îlonê ve heta niha 8 leşkerên artêşa Lubnanê di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

 Girêdayî wê, Hizbullah ragihand ku wê moşek li baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ya rojhilatê bajarê Sefed a bakurê Îsraîlê barandin, ew jî wekî bersiva bombebarana Îsraîlê ya li dijî gund û malên sivîlan bû.

Her wiha Hizbullah ragihand ku wê artêşa Îsraîlê li rojhilatê bajarokê Merkeba û rojavayê bajarokê Edêse hedef girtin.

Ji Îlona borî ve Îsraîl li dijî baregehên Hizbullah li Lubnanê û gelek deverên din bi giranî bombebaran dike.

(mh)