DEM Partî ku wê li 7 bajarên Tirkiyeyê namzetan nîşan bidin aşkere kirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku di 13-14’ê çileyê de li 90 herêmên hilbijartinê dê sindoq bên danîn û nêzî 100 hezar delege dê deng bikarbînin.

DEM Partî ku wê li 7 bajarên Tirkiyeyê namzetan nîşan bidin aşkere kirin
12 ÇILE 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de bên kirin û geşedanên di rojevê de li avahiya navenda partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Dogan diyar kir ku dê di 13-14’ê çileyê de li 90 herêmên hilbijartinê sindoqan danin û nêzî 100 hezar delege dê deng bikarbînin û anî ziman ku partiya wan di dengdayîna gel de modela Lihevhatina Bajêr esas digire. 

Dogan a dengdayîna gel weke “Şahiya Demokrasiyê” penase kir wiha got: “Em ne namzetê partiya xwe namzetê ku wî bajarî, navçeyê û bajarokî bi rê ve bibe hildibijêrin. Li her derê ku pêşhilbijartin lê were kirin weke vê derê kelecan heye. Tenê ferqek heye. Navenda me ya giştî hatin û çûna zêde nîne. An ku bazara namzetan çênabe. Li ku hatin û çûyîn heye? Li kolanan, li taxan û li qadan heye.”

DELEGE DÊ ÇEND DENGAN BIKARBÎNIN?

Dogan, da zanîn ku li 90 herêmên hilbijartinê dê 4 hezar namzet bikevin pêşbirkê û wiha berdewam kir: “Em Lihevhatina Bajêr di pêşhilbijartinê de jî pêk tînin. Çiye Lihevhatina Bajêr, çawa dê bandorê li pêşhilbijartinê bike. Ew delegasyona kul i wan bajaran li herêmên hilbijartinê deng bikarbîne di çarçoveya vê lihevhatinê hate diyarkirin. Çawa hate kirin. Hewl hate dayîn ku xwe bigihînin eniya herî berfireh a bajêr û hate kirin. Her delege dê 3 dengan bikarbîne. Ji bo bernamzetên hevşaredariyê, bernamzetên meclisa giştî ya bajêr û namzetên meclisa şaredariyê dê dengan bikarbînin.”

‘EM DEST JI RÊGEZA NÛNERTIYA WEKHEV BERNADIN’ 

Dogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbet em dest ji rêgeza nûnertiya wekhev bernadin. Di hemû namzetan de dê deng bidin jinekê û zilamekê. Nêzî 5 hezar xebatkarên partiya me, parlamenter, şêwirmend, endamên PM û MYK’ê dê li qadê bixebitin. Ji bo ku bêedaletî çênebin û pêşbirkeke demokratîk çêbibe komîsyonên pêwîst hatin avakirin, dê îtîraz bên wergirtin. Heke îtîraz çêbibin ji bo vê komîsyonên hilbijartinê û mekanîzmayên pêwît hatin avakirin. Di pêşhilbijartinan de heke tu namzet ji sedî 50+1’ê ne wergire dê hilbijartina duyemîn bê kirin. Di tûra duyemîn de jî kesê/a herî zêde deng standin dê bibe namzetê hevşaredarê DEM Partiyê.”

ENCAM ÇI DERKEVE DÊ JÊ RE RÊZ WERE GIRTIN 

Dîsa tişteke din a tê mereqkirin jî ew e ku têkildarî encama ji sindoqê derdikeve dê helwesta navenda me ya giştî çawa bibe. Bila gumana kesê ji vê yekê nebe. Em armanc dikin ku bi nêzîkatiya xwe ya ji bo pêşhilbijartinê demokrasiya herêmî û vîna herêmî xurttir bikin. Dengan veguhêzin, dek û dolaban bikin çi dikin bila bikin em ê serbikevin. Em di vî warî de teqez bi biryar in û tu rêyeke din nîne. 

LI ŞIRNEXÊ 8 HEZAR Û 342 HILBIJÊR ZÊDE BÛN

Bilêda qeyûman hate birîn. Hûn jî dê bibînin. Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin. Îro di nûçeyan de hebû. Werim em li herêma min a hilbijartinê Şirnexê binêrin. Bajarekî ji ber bêkarî û xizaniyê koçê dide ye. Berî hilbijartinên herêmî çend mehan li navenda Şirnexê 8 hezar û 342 kes zêde bûn. Bifikirin ku li bajarekî ku gel koç dike çawa evqas zêde dibe. 

LI ÎDIRÊ 4 HEZAR Û 361 HILBIJÊREN BIGUMAN 

Dîsa mînakeke din li Îdirê di du taxên nû de herî kêm 4 hezar û 361 hilbijêrên biguman hene. Li Miduriyeta Polîsan a Îdirê 743 kes hatine qeydkirin. Em ji bo tespîtkirinê xebatên xwe didomînin. Li qadê li vir dixebitin. 

SERLÊDANÊN ÎTÎRAZAN HATIN AMADEKIRIN 

Komîsyona hiqûqê ya partiya me ji nêz ve dişopîne. Rêxistinên me yên navend û navçeyan, parlamenterên me, endamên me yên PM û MYK’ê têkildarî qeydên hilbijêran dixebitin. Serlêdanên îtîrazan hatin amadekirin. Jib o her qeyda hilbijêran a bi hîle dê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin. 

EM Ê LI 7 BAJARAN NAMZETAN NÎŞAN BIDIN 

Me gotibû ku em ê di çarçoveya xebatên Koordînasyona me ya Hilbijartinê ya Navendî û Komîsyona Rêveberiyên Herêmî de ast bi ast têkildarî mijarê em ê daxuyaniyan bidin. Ez dixwazim cihên nû ku em ê namzetan nîşan bidin bi we re parve bikim. Enqere, Antalya, Bolû, Konya, Kocaelî, Kayserî û Samsûn. Em ê bi komî li 7 bajaran namzetan nîşan bidin. Dema xebatên me temam bûn em ê ast bi ast parvekirina bi we re em ê bidomînin. Bila guh û çavê we li me be.”

DAXWAZÊN TÊKILDARÎ AZADIYA ABDULLAH OCALAN 

Dogan, têkildarî pirsa li ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomînin ev bersiv da: “Partiya me têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya zelal e. Partiya me demekî dirêje têkoşîna vê yekê dide. Partiya me destnîşan dike ku rola birêz Ocalan a di pirsgirêka kurd de çareseriya aştiyane û demokratîk çiqas girîng e. Ji xwe di daxwazên kesên deng didin partiya me jî de xwe dide nîşandan.

DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Em ji tecrîdeke ku çarêk sed sale didome û pirsgirêka kurd a 100 salan dikin. Em di her daxuyaniya xwe de dbiêjin ku hilbijartinên şaredariyê ji bo me partiya me ne tenê hilbijartinên herêmî ne. Em di şertên awarte de dikevin hilbijartinê. Li aliyekî şerê didome, israra neçareserkirina pirsgirêka kurd, polîtîkayên em pêş ve dibin û astengiyên ku em pê re rûbirû dimînin û hemû pêkanînên antî demokratîk divê em bi hev re bigirin dest. Têkildarî şertên tecrîdê yên birêz Ocalan rojek nîne ku em gotina xwe nebêjin. Em bînin bîra xwe dema Ocalan dikeve dewrê şer disekine. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe.

EM JI AŞTIYÊ RE BIBIN DENG

Kampanyaya ‘Em ji aştiyê re bibin deng’ heye. Qasî ku ev kampanya diçe mezin dibe. Ji Wezareta Dadê nehate pirsîn. Li benda çi ne? Çima birêz Ocalan bi parêzer, malbat û şandeyên beriya niha pê re hevdîtin kirin re hevdîtine nikare bike. Çima Girtîgeha Îmraliyê ji rayagiştî re nayê vekirin? Daxwazkirina vê jî sûc e. 

Li Tirkiyeyê 564 nivîskar, entelektüel çi dibêjin; ‘Em diyar dikin ku divê Tirkiye pirsgirêkan bi rêbaza muzakereyan çareser bike. Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku yek ji muxatabên pirsgirêkê ye derfetêm aştiyê afirandin. Ev pêvajoya ku beşeke mezin a civakê piştgirî daye dikare dîsa dest pê bike. Divê ji bo aştiyeke civakî bi wêrek bin û ji diyalogê netirsin.’ Min gotina wan bi heman awayî wergirt. Kî ji vê çima ditirse. Em careke din bang li Wezareta Dadê, bloka desthilatê û hemû rayedaran têkildar dikin; Divê ev tecrîda mutleq û rewşa agahî negirtinê ya nêzî 35 meh in bê bidawîkirin.”