Rêxistina PYDˊê ya Tirbespiyê girtina 3 partiyên li Iraqê şermezar kir

Rêxistina PYDˊê ya bajarê Tirbespiyê biryara dadgeriya Iraqê ya girtina 3 partiyên siyasî li Iraqê şermezar kir û destnîşan kir ku ew biryar berdewama qirkirina gelê Kurd û civaka êzidî ye.

Rêxistina PYDˊê ya Tirbespiyê girtina 3 partiyên li Iraqê şermezar kir
8 tebax 2024   17:39
QAMIŞLO

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di 5'ê Tebaxê de biryara Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), PADÊ û Partiya Eniya Têkoşînê ya Demokratîk da.

Ji bo şermezarkirina vê biryarê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Tirbespiyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda rêxistina PYDˊê ya bajêr ji aliyê endama partiyê Xaliye Eyûb ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di salvegera komkujiya Şengalê de hîn jî komploya li dijî civaka êzidî didome; ew komkujiya ku heta îro êzidî êşên wê dikişînin. Piştî ku civaka êzidî dest bi xwerêxistinkirin û xweparastinê kir, em dibînin ku komplo hene û bi wê yekê hewl didin îradeya civaka êzidî têk bibin. Ev komplo jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê birêvebirin. Dewleta Tirk a dagirker balafirên xwe yên bêmirov rojane Şengalê bombebaran dike.

Ev komplo çand û cewhera gelê Kurd ê resen hedef digire. Mixabin em dibînin ku hin aliyên Kurdî ketine xeta xiyanetê û hewl didin xizmeta ajandeyên dewleta Tirk a dagirker bikin. Dixwazin îradeya şêniyên Şengalê yên xwedî îradeya azad û yên ku xwe bi xwe diparêzin, têk bibin. Ji ber wê jî dewletên ku serpereştiya komployê dikin hewl didin civaka êzidî qir bikin. Di hevdîtinên Erdogan, hikumeta Bexda û partiya Barzanî de ev komplo hat amadekirin.

Em biryara girtina partiyên siyasî şermezar dikin, ji ber ku di çarçoveya siyasetên têkbirina îradeya civaka êzidî û gelê Kurd de ye.

(mh)

ANHA