Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî

Bi sedan xelkê bajarê Hesekê di merasîma xiyabî ya gerîlayê HPGˊê şehîd Ehmed Şerîf de beşdar bûn.

Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî
Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî
Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî
Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî
Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî
Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî
Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî
Ji gerîlayê HPGˊê, şehîd Ehmed Şerîf re merasîma xiyabî
8 tebax 2024   21:35
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Ehmed Şerîf (Doxan Amûdê) li pêş mala malbata wî ya li taxa El Musftî ya Hesekê merasîmeke xiyabî li dar xist. Gerîla Doxan Amûdê di 17ˊê Hezîrana îsal de li herêma Metîna şehîd bû.

Di merasîmê de bi sedan endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Necah Hewas axivî û got: "Em sersaxiyê didin malbata şehîd Ehmed Şerîf û bejna xwe li hember mezinahiya şehîdên xwe ditewînin."

Necah li ser navê meclisê soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê axivî û got: "Şehîd Ehmed Şerîf di nava malbateke welatparêz li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bû."

Dêrsim Hesekê wiha domand: "Şehîd Ehmed bi armanca parastina destkeftiyên şoreş û gelê xwe tev li refên şoreşê bû."

Piştî axaftinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)