Leşkerekî Şamê li Idlibê hat kuştin

Di encama topbarana çeteyên ˊFetih El Mubînˊ li bajarokê Cerade yê Idlibê de leşkerekî hêzên Şamê hat kuştin.

Leşkerekî Şamê li Idlibê hat kuştin
8 tebax 2024   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên ˊFetih El Mubînˊ bajarokê Ceradê yê gundewarê Idlibê topbaran kir, di encamê de leşkerekî hêzên Şamê ku ji bajarê Tilkelex ê rojavayê Humisê ye, hat kuştin. 

Li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrişên sekvanî û êrişên bi topan di navbera hêzên Şamê û çeteyan de rû didin, di encamê de kuştiyên her du aliyan çêdibin.

SOHRˊê diyar kir ku ji destpêka îsal de di 258 êrişên curbecur de 282 kes li bejahiya bakurê rojavayê Sûriyeyê hatin kuştin, her wiha zêdetirî 231 kes birîndar bûn.

(fr)