ˊEm bi fikir û felsefeya Rêbertî ve girêdayî neˊ
Rûniştinên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li kantona Efrîn û Şehba dewam dikin. Beşdarên rûniştinê got: "Pirtûkên Rêbertî rêya azadiya ji me re ronî dike."
Meclisa Kantona Efrîn û Şehba di rêxistinkirina xelkên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan de li Parka 4ˊê Nîsanê ya bajarokê Ehdas dewam dike. Di xwendina pirtûkan de 500 welatiyên Efrîn û Şehba beşdar bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehba Bekir Elo axivî û got: "Em bi fikir û felsefeya Rêbertî ve girêdayî ne. Bi fikira Rêbertî em ê tevahî astengiyan derbas bikin. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî li vir in."
Dûre koman pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin û nîqaş kirin.
Li ser mijarê, endamê rêveber ê Meclisa Kantona Efrîn û Şehba Nacî Selame axivî û got: "Armanca me pêşxistina çandê ye û xwendina fikra Rêbertî ye."
(fr)