Rûsya bang leşkerên rezervê kir

Piştî nêzî hezar leşkerên Ukraynayê di saetên destpêkê yên roja sêşemê bi hemû cureyên çekan ketin sînorê Rûsyayê, Rûsyayê bang leşkerên rezervê kir.

Rûsya bang leşkerên rezervê kir
8 tebax 2024   21:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku hêzên Ukraynayê derbasî herêma Kursk a Rûsyayê bûn, hêzên Rûsyayê di roja sêyemîn de êrişî hêzên Ukraynayê dikin. Êrişa Ukraynayê Moskov neçar kir ku bang leşkerên rezrevê bike.

Li gorî rayedarên Rûsyayê, yek ji êrişên mezintirîn ên Ukraynayê li dijî Rûsyayê di şerê ji 2 salan ve dewam dike de, nêzî hezar leşkerên Ukraynayê di saetên destpêkê yên roja sêşemê de bi tank, panzer, balafirên bêmirov û topavêjan ketin sînorê Rûsyayê.

Hêzên Ukraynayê ji bajarokê Sodga derbasî nav zeviyên sînor û daristanên Rûsyayê bûn. Sodga nuqteya dawîn a barkirin û veguhastina gaza xwezayî ya Rûsyayê ber bi Ewropayê ve bi rêya Ukraynayê ye.

Li aliyekî din jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja pêncşemê daxuyandibû ku artêşa Rûsyayê hewldanên yekîneyên hêzên çekdar ên Rûsyayê bo ketina herêmê ber bi Kurskê ve têk bir û sekinand.

Her wiha berpirsê wekalet ê kantona Kurskê Aleksey Smîrnov ragihand ku nêzî 3 hezar kes ji herêmên rastî topbaranên hêzên Ukraynayê hatine, derxistin.

Smîrnov got hêzên dijber neketin kûrahiya Kurskê, berovajî wê vekişîne û rewş di bin kontrolê de ye.

Cîgirê serokê Meclisa Ewlekariyê ya Rûsyayê Dimitri Medvedev diyar kir ku êrişa Ukraynayê hewldanek ji Kîêvê ye ku Rûsyayê neçar bike hêzên xwe ji eniyên sereke vekişîne û ji bo ku ji rojavayiyan re aşkera bike ku hîna dikare şer bike.

Serokê berê yê Rûsyayê li ser telegramê nivîsand û got pêdiviya Rûsyayê bi fêrbûna ji reftarên artêşa Ukraynayê ya li ser sînorê bi ser Kurskê ve heye û divê dijmin têk bibin.

(fr)