HRW: Tirkiyeyê binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran kir
HRW’yê di raporeke xwe de diyar kir ku koçberkirina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê û wêrankirina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derqanûnî ye. Her wiha îşaret bi kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî sûriyeyiyan kir.
Human Rights Watch (HRW) di raporeke xwe de diyar kir ku sala 2023`yan li ser sûriyeyî saleke tijî binpêkirin bû ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk pêk anîne. Welat di aloziyeke aborî ya tengav re derbas bû û ji sedî 90`ê sûriyeyiyan di bin xeta xizantiyê de ye.
Di dewama raporê de rêxistinê diyar kir: "Rumxî ku Sûriye hîna ne ewle ye û şer di asta herî jor de berdewam e, lê dewletên mîna Tirkiyeyê bi awayekî derqanûnî bi hezaran penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê koçberî Sûriyeyê dike."
Cîgirê Gerînendetiya Rojhilata Navîn a HRW`ê Adem Coogle got: "Li gel hilweşîna aborî, erdheja wêranker, binpêkirinên domdar ji aliyê aliyên şer ve, pêwîstiya sivîlan li Sûriyeyê bi parastinê û alîkariyên mirovî zêdetir dibe. Divê tu dewlet penaberên sûriyeyî venegerîne madem şert û mercên vegerê ne guncaw in."
Gerînendeya rêveber ya HRW`ê Tirana Hassan jî got: “Encamên mezin ên 2023`yan, ne girêdayî çewisandina mafên mirovan û pêkhatina sûcên hovane ên şer in, lê belê girêdayî derbirîna hikumetan e ku bi kêfa xwe helwestên şermezarkirinê nîşan didin û girêdayî dîplomasiya lihevkirinê ava bûye."
Li gorî raporê, li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, hêzên ewlehiyê tengavkirina şêniyan domandin. Penaberên vedigerin digire, îşkenceyê li wan dike û şantaj dike.
Di raporê de rêxistinê îşaret bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker jî kir ku hêzên çekdar ên Tirkiyeyê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, di encamê de binesaziya stratejîk wêran bû, av û kehrebe ji ser bi milyonan kesî qut bû.
(şx)