Kongra Star: Armanca me, em fikrên azad bigihînin tevahî jinan
Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Dirbêsiyê ji bo ku fikrên azad bigihîne tevahî jinên civakê, di nava xebatê de ye. Armanca kongrayê xurtkirina jinan di aliyê fikrî de û bihêzkirina rola wan di avakirina civakeke demokratîk de ye.
Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo jinan perwerdeyên fikrî vekirin. Jinên ku di perwerdeyê de beşdar dibin endamên sazî, meclis û komînên bajêr û yên bajarokên girêdayî wî ne. Ev perwerde bi armanca xurtkirina jinan di aliyê fikrî de û bihêzkirina rola wan di avakirina civakeke demokratîk de ye.
Perwerde ji 5 rojan heta hefteyekê didome. Di perwerdeyê de semîner û dersên li ser girîngiya perwerdeyê, sîstema komîn û meclisan, şerê taybet û welatparêzî, rexne û rexnedayîn û dîroka jinan tên dayîn.
Girêdayî armanca perwerdeyan endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Dirbêsiyê Bedîa Erebo got: "Armanc rêgirtina li ber êrişên şerê taybet ê li dijî civakê ye. Her wiha ji bo xurtkirina rola komînan di rêvebirin û rêxistinkirina civakê de û bihêzkirina rola jinan di vê pêvajoyê de."
Bedîa Erebo wiha domand: "Jin li ser esasê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku rêya azadiyê ji jinan re ronî kiriye, tên perwerdekirin. Jinên beşdar jî di perwerdeyan de nîqaşên berfireh dikin û hewl didin astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin."
Bedîa Erebo destnîşan kir ku ew ê heta ku fikrên azad bigihîje tevahî jinên civakê, perwerde û dersan bidomînin.
(mh)