"Dê bersiva me di çarçoveya mafê rewa yê parastina welatiyan de bidomeˊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb diyar kir ku ew ê di çarçoveya mafê rewa yê parastina welatî, mal û milkên wan de, bersivdana êrişên komên hikumeta demkî bidomînin.

"Dê bersiva me di çarçoveya mafê rewa yê parastina welatiyan de bidomeˊ
6 ÇILE, 2026   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê êrişên komên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama êrişan de şehîd û birîndar çêbûn. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar dikin ku di 24 saetên borî de, komên çekdar ên girêdayî Wezareta Demkî ya Parastinê gelek caran Şêxmeqsûd hedef girt, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 17 kes jî birîndar bûn û zirarên mezin bi mal û milkên welatiyan bûn.

Di çarçoveya mafê rewa ya parastina welatiyan de me bersiveke xurt da van êrişan. Hêzên me 2 nuqteyên komên çekdar hedef girtin.

Ev êriş binpêkirineke nû ya agirbestê ye, binpêkirina berdewam a peymanên berê ye. Em diyar dikin ku wê bersivdanên me di çarçoveya qanûn û mafê rewa ya welatiyan, mal û milkên wan de bin û bang li hemû aliyan dikin ku rêzê ji mafên welatiyan re bigirin û herêmên niştecihan hedef negirin."

(fr)