Li Siwêdayê nuqteyek Parêzvanên Niştîmanî hat topbarankirin

Li devera Şeqrawî ya Siweydayê careke din hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî nuqteyek Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê kirin.

Li Siwêdayê nuqteyek Parêzvanên Niştîmanî hat topbarankirin
6 ÇILE, 2026   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê saet di 15.40ˊan de li herêma Şeqrawî ya Siwêdayê êrişî nuqteyek Hêzên Parêzvanên Niştîmanî kir.

Li gorî heman çavkaniyan, hêzên girêdayî hikumetê nuqteyek Hêzên Parêzvanên Niştîmanî li eniya Neqil, ji aliyê rojhilatê mizgefta Şeqrawiyê ve, hedef girt.

(ac/fr)

ANHA