Esed avakirina wezareteke nû erê kir

Beşar Esed biryarnameya avakirina wezareteke nû derxist. Hat diyarkirin ku ev guhartin, li kêlek israra hikumeta Şamê ya mayîna zihniyeta dûrxistinê ya redkirina her guhartineke rasteqîn li welat, şeklî û bêsûd bimîne.

Esed avakirina wezareteke nû erê kir
23 îlon, 2024   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi tedbîreke ku sûriyeyî fêr bûne tu sûd û xêr tune ye, Beşar Esed biryarnameya avakirina wezareteke nû bi serkêşiya Mihemed Xazî El Celalî derxist.

Li gorî biryarnameyê, Besam Sebax bû wezîrê Karên Derve û Ziyad Xusin bû wezîrê ragihandinê. Wezîrên Kar û Barên Hundirîn (Mihemed Xalid Rehmûn) û wezîrê berevaniyê (Elî Mehmûd Ebas) wekî xwe man.

Li gorî dateyan, dê ev guhartin şeklî û bê sûd bimînin û di çarçoveya gelek hêmanan de bin. Ji wan hêman her biryarek çi ji wezîran çi ji serokwezîran bê dayîn bi Beşar Esed ve girêdayî ye û ji aliyekî din ve jî hikumeta Şamê di mayîna zihniyeta dûrxistinê ya redkirina her guhartineke rasteqîn li welat bi israr e.

Girêdayî mijarê, Feysel Miqdad bû cîgirê Esed û dê siyasetên derve û ragihandinê bimeşîne.

(mh)