Daîreya Ragihandinê: Şehîd Azîz di ragihandina rastiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê de pêşengî kir

Daîreya Ragihandinê rojnamevanê şehîd Azîz Koyluoglu bo bîr anî û diyar kir “Azîz Koyluoglu roleke pir mezin û pêşeng di ragihandina rastiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst.”

Daîreya Ragihandinê: Şehîd Azîz di ragihandina rastiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê de pêşengî kir
8 sibat, 2025   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser şehadeta rojnamevan Azîz Koyluoglu daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Bi xemgîniyeke pir mezin me agahiya şehadeta endamê Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) Azîz Koyluoglu bihîst. Rojnamevan Azîz Koyluoglu roleke pir mezin û pêşeng di ragihandina rastiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî de lîst.

Dewleta Tirk a dagirker a dagirker bi hedefgirtina rojnamevanan hewl dide rastiya gelan û binpêkirin û sûcên xwe li dijî gel, veşêre. Hedefkirina hevrêyê me Azîz Koyluoglu û beriya wê jî rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan beşek ji wan sûcan e ku dewleta Tirk li dijî çapemenî û xebatkarên çapemeniyê dike.

Hevrêyê me yê hêja û xebatkarê ragihandinê yê şoreşger Azîz Koyluoglu ji rojnamevanên destpêkê bû hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi awayekî çalak ji bo ragihandina hovîtiya DAIŞ`ê û pêngavên QSD`ê yên li dijî rêxistina terorîst kar kir. Her wiha rola wî di perwerdekirina kadroyên çapemeniyê hebû ku niha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê çapemeniyê de dixebitin.

Em Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê ji malbata şehîd Azîz û hemû rojnamevanên xwediyên pênûsa azad û Yekitiya Ragihandina Demokratîk û gelê xwe re dixwazin. Em teqez dikin ku dewleta Tirk a dagirker dê negihêje armancên xwe yên têkbirina biryar û îradeya rojnamevanan. Rojnamevanên ragihandina azad ê teşhîrkirina binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk ên li dijî mirovahî û cîhanê bidomînin."

(bb)

ANHA