Dayîkên şervanên YBŞ’ê dest bi çalakiya nobetê kirin

Dayikên Şervanên YBŞ, ku di 18’ê Adarê de di encama kemîna artêşa Iraqê de bi birîndarî hatibûn girtin, liber navenda Îstîxbaratê ya li Şengalê çalakiya nobetê destpêkirin.

Dayîkên şervanên YBŞ’ê dest bi çalakiya nobetê kirin
2 nîsan, 2025   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 18’ê Adarê de, dema şervanên YBŞ’ê li ser erka xwe ya parastinê bûn, li navenda Şengalê ketin kemîna hêzên artêşa Iraqê.

Di encamê de pevçûn derket û 5 endamên YBŞ’ê bi birîndarî ketin destê artêşa Iraqê.

Ruxmê çalakî, bangewaziya aliyên siyasî, civakî, oldar û serokeşîrên Şengalê, lê heya niha endamên YBŞ’ê nehatine berdan.

Ji bo aqûbeta zarokên xwe bizanibin, dayikên şervanan liber navenda Îstîxbarata Iraqê ya li Şengalê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Dayîkan di çalakiya xwe de posterên ‘Em tu carî zilma hêkûmetê ser xwe qebûl nakin. Heya zarokên me neyên berdan, em dest ji çalakiya xwe bernadin’ li ser nivîsandî rakirine.