160 malbatên din ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê

Hat ragihandin ku îro 160 malbatên Iraqî ku hejmara wan 600 kesin, ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê.

160 malbatên din ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
2 nîsan, 2025   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Iraqê li gor agahiyên ku ji çavkaniyek agahdar wergirtiye, eşkere kir ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 160 malbatên Iraqî ku hejmara wan 600 kesin, ji Kampa Hol vegerandiye Kampa Ceda ya li Musilê. Hat gotin ku piraniya wan jin û zarokin.

Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku veguhestina wan malbatan bi hemahengî û hevbeşî pêkhatiye, her wiha hejmara malbatên ku heta niha ji Kampa Holê hatine vegerandin gihiştiye nêzî 3 hezar malbatan.