Di operasyona li Holê de mayîn hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyonên lêgerînê yên li beşa muhecîran a Kampa Holê de gelek mayîn dîtin.

Di operasyona li Holê de mayîn hatin dîtin
27 ÇILE, 2024   14:10
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di pêvajoya sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" de ku vê sibê bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û piştgirtiya QSD`ê û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê dest pê kiriye, di beşa pêncan a muhecîrat de gelek mayîn desteser kirin. 

Nûçegihanên me yên operasyonê dişopînin ragihandin ku mayîn di nav kampê de hatibûn veşartin.

Hêzên beşdar li gel tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst, operasyona xwe didomînin.

(şx)

ANHA