Daxuyaniyên Fîdan tevliheviya siyasetên derve yên Tirkiyeyê nîşan didin
Di daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan de, tevliheviya di siyasetên derve yên dewleta Tirk a dagirker de xuya dibin, nexasim siyasetên têkildarî Sûriyeyê û pirsgirêka Kurdî.
Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan bi rêya rojnameya Hürriyet a Tirkiyeyê diyar kir ku hikumeta Şamê ne amade ye bigihîne lihevkirinekê, şerê bi muxalefetê Sûriyeyê re bi dawî bike yan jî nêzîkbûnekê bi Tirkiyeyê re pêk bîne.
Fidan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze hikumeta Şamê bi çeteyan li bakur û rojavayê Sûriyeyê re çarçoveyeke siyasî ava bike.
Fîdan bang kir ku di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyeyê de, di navbera Şamê û çeteyan de cudahiyeke peywendiyan hebe.
Girêdayî wê, wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dabû zanîn ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker dixwazin bi awayekî cidî ji nû ve diyalogê pêk bînin, lê belê astengiya sereke li pêş wê yekê hebûna hêzên dewleta Tirk a dagirker li bakurê Sûriyeyê ye.
Lavrov gotibû Şam ji bo pêkanîna dan û standinan bi şertê vekişîna leşkerî ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye, lê Enqere jî wê gavê bi paş dixe.
Hefteya borî jî Erdogan ji serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn daxwaz kiribû ku dan û standinên nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de bi pêş ve bibe û Esed vexwendina wî qebûl bike.
(mh/fr)
ANHA