Li Qamişlo têkildarî qirkirina Ermeniyan şano
Li Qamişlo li ser qirkirina Ermenan di sedsala 20'emîn de û berxwedana wan şanoyek hat pêşkêşkirin.
Koma Ararat a Ermenî bi hevkariya Meclisa Civakî ya Ermenî li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo şanoya "Dadgeha Wîjdanê" pêşkêş kir. Şanoyê 20 deqeyan dirêj kir, tê de 2 jin 8 lîstikvan beşdar bûn.
Şano li ser qirkirin û komkujiyên ku Osmaniyan li dijî Ermenan pêk dianîn bû.
Senaryoya lîstika şanoyê ji çîrokeke rastîn a navdar a ku di sedsala 20ˋan de li Berlînê yê Almanyayê qewimî ye. Ew çîroka ciwanekî ermenî yê bi navê ˊSûxomonˋ e, ku di 15ˋê Adara 1921ˋê de yek ji berpirsên payebilind ên osmanî û beşdarê qetlîamên li dijî Ermeniyan Talhat Paşa kuştiye. Lê piştî dadgehkirina ciwan di 2-3ˋyê Hezîrana heman salê, beraetkirina wî de navê dadgehê bû dadgehkirina herî bibandor û ji hêla civaka Ermenî ve navê ˋDadgeha wijdanêˋ lê hat kirin.
Di şanoyê de bi dehan şêniyên bajêr, di serî de Ermen, endamên Meclisa Civakî ya Ermenî, rewşenbîr û hunermend beşdar bûn.
Di serî de şêwirmendê giştî yê Meclisa Civakî ya Ermenî Îmad Tetaryan li ser êş û zehmetiyên Ermenan di serdema Osmaniyan de axivî.
(mh)
ANHA